NÛÇEYÊN KURDÎ

DI 25Ê TÎRMEHÊ DE LI BIHAYÊ BENZÎNÊ 2 TL ZEM TÊ KIRIN!

Piştê zêdebûna mazotê hat dîyarkirin ku wê di koma benzînê de jî zemeke mezin bê kirin.

DI 25Ê TÎRMEHÊ DE LI BIHAYÊ BENZÎNÊ 2 TL ZEM TÊ KIRIN!

Piştê zêdebûna mazotê hat dîyarkirin ku wê di koma benzînê de jî zemeke mezin bê kirin.

Guherîna nirx û bihayê petrolê û bilindbûna bacê bandorê li ser bihayê neftê dike. Çavkanîyên pîşesazîyê dîyar kirin ku dê benzînê zêde bibe.

Berîya hilbijartinên 14ê Gulanê lîtreya benzînê bi 19 lîre û 76 quruşan, lîtreya mazotê jî bi 18 lîre û 58 quruşan dihat firotin. Ji hilbijartinan û heta niha, li benzînê bi qasê 14 lîre û 25 quruş, li mazotê jî bi qasê 15 lîre û 35 quruş zem hatîye kirin.

Li gor agahîya ku ji çavkanîyên pîşesazîyê hatine hildan, di koma benzînê da ji 25ê tîrmehê roja sêşemê pê ve wê 2 lîre zem bê kirin. Li gor bihaya lîtreya mazotê ya heyî li Amedê koma mazotê bi 35 lîre û 16 quruş, koma benzînê jî bi 35 lîre û 9 quruşan tê firotin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.