NÛÇEYÊN KURDÎ

DESOB: JI BER MARKETÊN MEZIN QIRTASÎYÊ TÊN GIRTIN

Li gor daneyên Yekîtîya Odeyên Zenetkar û Esnafên Amedê 22 qirtasîyefiroş di 6 mehên dawîn de dikanên xwe girtin.

DESOB: JI BER MARKETÊN MEZIN QIRTASÎYÊ TÊN GIRTIN

Li gor daneyên Yekîtîya Odeyên Zenetkar û Esnafên Amedê 22 esnafên qirtasîyeyan di 6 mehên dawîn de dikanên xwe girtin.

12’ê îlonê de wê serdema nû ya perwerdehîyê dest pê bike û malbatên xwendevanan ji bo zarokên xwe re alavên dibistanê bistînin di şûna qirtasîyeyan de marketên zincîrî tercîh dikin. Hat dîyarkirin ku marketên zincirî alavên dibistanan ji kargehan digrin û rasterast tînin marketan ji bo firotinê lê esnafên qirtasîyeyê alavan ji bayîyan distînin, ew jî bi kara xwe difroşin.  Serokê DESOB’ê Alîcan Ebedînoglû dîyar kir ku esnafên qirtasîyeyan êdî nikare bi marketên zincîrî re têbikoşin. Kalîteya berhemên marketên zincirî li gor qirtasîyeyan gelek kêm e. Ji ber vê yekê ew bi erzanî difroşin.” Her wiha Ebedînoglû ji rayedaran daxwaza venêrîna marketên zincirî kir û got divê skalayên berhemên li marketên zincirî divê were kêmkirin. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.