DİĞER

DERBARÊ DOZA KOMKUJÎYA 10’Ê COTMEHÊ DE 8 PIRS!

Komîsyona Hiqûqê ya Doza Komkujîya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê dîyar kir ku tevê 8 sal di ser komkujîyê re derbas bûye jî hê gelek xalên tarî li benda ronîkirinê ne û tarîkirina pêvajoya dozê û kêmasîyên dosyayê bi etîketa "#8yıl8sır" re di bin 8 sernavan de rêz kirin.

Di parvekirinên li ser hesabê medyaya civakî yên Komîsyona Doza Komkujîya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de van pirsan hat pirsîn, "Piştê komkujîyê çima dozgerên lêpirsînê pêşî li dosyayê girtin. Çima berpirsyarên herî girîng ên komkujîyê bi saxî nehatin girtin? Çima hin beşên rapora mufetîşên sivîl ên li ser komkujîyê bi israr tên veşartin?

Di raporê de çi rastîyên veşartî hene? Berîya qetlîamê çima berpirsên qetlîamê yên ku 10 roj berîya qetlîamê alavên bombeyî dikirin nehatin girtin? Kê çavê xwe ji berpirsên komkujî û xwekujan re girt, ku dîyare berîya qetlîamê gav bi gav dihatin şopandin, sînor derbas kirin?

Çima delîlên dijîtal ên bersûcan û raporên îstixbaratê yên derbarê bersûcan de ji dosyayê re nehatin şandin? Çima heta niha nasnameya hinek ji berpirsên komkujîyê nehatine eşkerekirin? Çima hin sûcdar jî qet nehatin darizandin? Sîyasetmedarên ku îdîa dikin ku hemû rastîyên qetlîamê ji raya giştî re nehatine eşkerekirin û xwedî hin agahîyên nepenî ne, çima hemû tiştên ku dizanin eşkere nakin?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.