AMED

DEM PARTÎ JI UNESCO’YÊ RE BI 7 ZIMANAN NAMEYA ‘ZIMANÊ DAYÎKÊ’ ŞAND

Hevserokên Partîya Gelan a Wekhevî Gelan û Demokrasîyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê nameyên bi 7 zimanan ji Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) re şandin.

Di nameya ku bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî û Erebî, Ermenî, Suryanî, Îngilîzî û Tirkî hatîye şandin de wiha tê gotin: “Li van welatan ji bilî Tirkî hemû ziman bi awayekî sîstematîk tên asîmîlekirin û qedexekirin.

Li Tirkiyeyê heta niha 18 ziman winda bûne yan jî di bin metirsîya windabûnê de ne. Yek ji van zimanan zaravayê Kirmanckî yê Kurdî ye. Em weke Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxwaz dikin ku hûn şandekê bişînin Tirkîyeyê û derbarê desteserkirina mafên zimanê dayîkê de ji Tirkîyeyê re lêpirsîn bê destpêkirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.