NÛÇEYÊN KURDÎ

DEDAŞ’Ê ELEKTRÎKA AMEDSPORÊ BIRRÎ

Elektrîka tesîsên klûba Amedsporê, ji alîyê Dîcle Elektrîk Şîrketa Anonîm (DEDAS) ve, bi hinceta ku fatûre nehatîye dayîn, hat birrîn.

DEDAŞ’Ê ELEKTRÎKA AMEDSPORÊ BIRRÎ

Elektrîka tesîsên klûba Amedsporê, ji alîyê Dîcle Elektrîk Şîrîketa Anonîm (DEDAS) ve, bi hinceta ku fatûre nehatîye dayîn, hat birrîn. Serokê Kulûba Amedsporê Selahattîn Yildirim, di derbarê mijarê de daxuyanî da. Yildirim wiha got; “Tiştên wiha her dem têne kirin. Rast e, me fatûreya xwe nedaye, lê dema qanûnî ya asayî ji me re nehatîye dayîn. Elektrîka me ji nîşka ve qut dibe. Em ji vir fêm dikin ku, her ku em bigihîn serkeftinek, em bi tiştên wiha re rû bi rû dimînin. Me fatûreya xwe ji bo amadekarîyên lîstika Duşemê da. Em li bendê ne ku elektrîka me di nava rojê de bê vekirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.