NÛÇEYÊN KURDÎ

DAYIKÊN ŞEMIYÊ LI QADA GALATASARAYÊ HATIN BINÇAVKIRIN

Dayikên Şemîyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin, li Qada Galatasarayê hatin cem hev.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ LI QADA GALATASARAYÊ HATIN BINÇAVKIRIN

Dayikên Şemîyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin, li Qada Galatasarayê hatin cem hev.

Polêsan 10 kes binçavkirin. 

Dayikên Şemîyê di hefteya 947'emîn a çalakîya xwe ya ji bo aqubeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin de, li Qada Galatasarayê li hev kom bûn.

Derdora Dayîkên Şemîyê ji alîyê polîsan ve bi mertalan hate dorpêçkirin. Rojnamevanên di vê navberê de nûçe dişopandin jî bi darê zorê ji qadê hatin dûrxistin. 

Dayikên Şemîyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da û got, 10 kes ji alîyên polêsan ve hatine binçavkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.