NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎKO WÊ DI FITARÊ DA HER ŞEV BI MALBATEK RE BE Û ALÎKARÎYE BIKE

Odeya Zêrfiroşên Amedê wê di Remezanê de her êvar bernameya fitarê û alîkarîyê li dar bixe. Banga piştgirîya bernameya alîkarîyê kirin.

DÎKO WÊ DI FITARÊ DA HER ŞEV BI MALBATEK RE BE Û ALÎKARÎYE BIKE

Odeya Zêrfiroşên Amedê (DÎKO) wê di meha Remezanê de her êvar bernameya fitarê û alîkarîyê li dar bixe.

 

DÎKO di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku wê di meha Remezanê de bernameyeke xêrxwazî ​​û fitarê li dar bixin û wiha got:

“Her êvar wê Serokê Odeyê û du esnafên me li ser sifreya fitarê ya malbateke feqîr bên cem hev û piştê fitarê alîkarîyê bidin. Ji esnafên me yên hêja yên ku dixwazin di vê meha mibarek a rehmê de tevlê karwana xêrê bibin, ji kerema xwe li Serokê Odeyê Mehmet Yuksel bigerin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.