NÛÇEYÊN KURDÎ

CIWANÊ KU JI AVAHÎYÊ DE KETIBÛ VALAHÎYA ASANSORÊ JÎYANA XWE JI DEST DA

Li Amedê, ciwanê ku ji avahîyê de ketibû valahîya asansorê ji yana xwe ji dest da.

CIWANÊ KU JI AVAHÎYÊ DE KETIBÛ VALAHÎYA ASANSORÊ JÎYANA XWE JI DEST DA

Li Amedê, ciwanê ku ji avahîyê de ketibû valahîya asansorê ji yana xwe ji dest da.

Li navçeya Kayapinara Amedê, li avahîyeke ku di erdhêja 6ê Sibatê de zirareke mezin dîtibû, ciwanek dema dixwest xelata asansorê jê bike ket xwarê. Ciwanê ku bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê dihat tedawî kirin, jîyana xwe ji dest da.

Li gor nasnameya li ser wî hatibû dîtin, navê wî wek K.E hatibû dîyar kirin.

Piştê kesê wî nas dikin agahî dan malbatê, derket holê ku navê wî yê rast Baran A ye.

Cenazeyê Baran A, teslîmê malbatê hat kirin û ciwan li Goristana Derêmêrdîn ya li taxa Şehîtlîkê ya Navçeya Yenîşehîrê hat definkirin. Derbarê bûyerê de lepirsîn berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.