NÛÇEYÊN KURDÎ

CEZAYA “DAXUYANÎYA RÊXISTINÊ” JI ALÎYÊ ÎSTÎNAFÊ HAT BETALKIRIN

Cezayê hepsê yê endamê Meclîsa Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Zekî Bagcik ku ji wezîfê hatibû dûrxistin, bi îdîaya "daxuyanîya rêxistinê" dabû, li ser îtîrazê hat betalkirin

CEZAYA “DAXUYANÎYA RÊXISTINÊ” JI ALÎYÊ ÎSTÎNAFÊ HAT BETALKIRIN

Cezayê hepsê yê endamê Meclîsa Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Zekî Bagcik ku ji wezîfê hatibû dûrxistin, bi îdîaya "daxuyanîya rêxistinê" dabû, li ser îtîrazê hat betalkirin.

Di sala 2021an de bi îdîaya "endamê rêxistina terorê ye" îdîaname derbarê Bagcik hatibû amadekirin. Di îdîanameyê de 7 stranên Kurdî ku di nav wan de stranên hunermend Aram Dîkran ên li ser telefona Bagcik û daxuyanîyên wî yên li ser malperên nûçeyan hatine weşandin, bi îdîaya "Daxuyanîyên rêxistinê û nûçe" cîh girtin.

Ji Bagcik re ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihat darizandin, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birrîn. Di dosyaya ku ji Dadgeha Edlîyeya Herêmê ya Amedê re hat şandin de biryar hat dayîn. Dadgeha Îstînafê cezayê girtîgehê yê ku ji Bagcik hatibû birrîn re ji ber lêkolîna kêm biryarê betal kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.