NÛÇEYÊN KURDÎ

CEYLAN: EM JI ÇAPEMENÎYÊ HÎN BÛ KU AVAHÎYA ME HAT MORT KIRIN

Hevserokê Giştî yê Partîya Demokratîk a Gelan a Amedê Zeyat Ceylan, dîyar kir ku Şaredarîya Baglarê ku li avahîya partîyê mohr kirine, ew bi rêya çapemenîyê bihîstîye.

CEYLAN: EM JI ÇAPEMENÎYÊ HÎN BÛ KU AVAHÎYA ME HAT MORT KIRIN

Ekîbên Midûriyeta Kontrola Avahîyan a Şaredarîya Baglarê bi hinceta ku li avahîya Rêxistina HDP'ê ya Amedê qadên li dijî îmarê hene, derîyê avahîyê mohr kirin û dîyar kirin ku divê di nava 30 rojan de wan qadan bên sererastkirin. Hevserokê HDP'ê ya Amedê Ceylan dîyar kir ku avahîya partîyê ev demek e nayê bikaranîn. Ceylan anî ziman ku, Şaredarîya Baglarê piştê serlêdana ji bo kongreya wan a navçeyê biryareke wiha daye û wiha berdewamkir; “Me xwest kongreya rêxistina xwe ya navçeya Kayapinarê pêk bînin. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê nêzîkatîyek wiha hate kirin. Ji ber vê jî avahî mohr kirin û dîsa astengkirin. Derbarê pêvajoyê de em bi navenda xwe re danûstandinan dikin. Ev avahî 15 sal in tê bikaranîn. Derbarê xebatên li avahîyê de ji me re tu agahî nedanbûn, em jî ji çapemenîyê hîn bûn.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.