NÛÇEYÊN KURDÎ

ÇALA KOLANA TURKMEN A BISMILÊ DIBE SEDEMA QEZAYÊN TRAFÎKÊ

Li Kolana Turkmen a navçeya Bismilê ji ber çala kûr gelek caran qezayê trafîkê pêk tê. Welatîyan bang li rayedaran kirin ku berîya ku di qezayan da mirin çêbibe, ev çal bê sererastkirin.

ÇALA KOLANA TURKMEN A BISMILÊ DIBE SEDEMA QEZAYÊN TRAFÎKÊ

Hat dîyarkirin ku çala kûr a li ser Kolana Turkmen a Bismilê dibe sedema qezayên trafîkê.

 

Li gorê nûçeya Rojnameya Tîgrîs, Kolana Turkmen a Taxa Koperatîfê ya navçeya Bismilê ya Amedê ku weke rêya serwîsên dibistanê û rêya sereke ya gund tê bi karanîn, ji ber çala kûr gelek qezayên trafîkê yên bi xisara madî pêk tên.

 

Ajokarên wesayîtan ên ku mexdûr bûne bang li rayedaran kirin û wiha gotin: “Tevê ku me gelek caran serî li şaredarîyê da ku çalê sererast bikin, me ti encamekê bi dest nexist. Bi sedan wesayîtên servîsê vê kolanê bikar tînin. Piştê vekirina dibistanan em naxwazin ji ber çalan mirin û xisarên madî çêbin. Ji ber vê yekê em bi lezgînî li benda temîrkirina kolanê ne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.