AMED

CÎGIRÊ SEROKÊ MECLÎSÊ YÊ MHP’YÎ JI SAKIK RE ÇÊR KIR

Di Lîjneya Giştî ya Meclîsê de Cîgirê Serokê Meclîsê yê MHP’yî, dema parlamenterê Partîya Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) Sirri Sakik ku derbarê qetlîamên ku li Kurd’an hatine kirin de diaxivî, dijmînan kir.

CÎGIRÊ SEROKÊ MECLÎSÊ YÊ MHP’YÎ JI SAKIK RE ÇÊR KIR

Parlamenterê HEDEP'ê yê Agirî Sirri Sakik, di Lîjneya Giştî ya Meclîsê de derbarê komkujîyên ku 100 sal in Kurd dijîn de axivî û wiha got: “Ev tarîtîya bi sedsalan a Komarê ye.

Em dikarin bi hev re Komareke nû ava bikin. Em dikarin bi hev re rûpelek spî ya nû vekin." Di heman demê de Cîgirê Serokê Meclîsê Celal Adan yê MHP’yî ji bîrkir ku mîkrefona wî vekirîye û gotinên xerab û dijmîn wek “p*z*nkler” bi kar anî.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.