NÛÇEYÊN KURDÎ

CÎGIRÊ SEROKÊ AMEDSPORÊ OMER ELALDI SERBEST HAT BERDAN

Alîkarê Serokê Giştî yê Amedsporê Omer Elaldî ku di 23'ê Gulanê de hatibû binçavkirin û dihat darizandin serbest hat berdan.

CÎGIRÊ SEROKÊ AMEDSPORÊ OMER ELALDI SERBEST HAT BERDAN

Alîkarê Serokê Giştî yê Amedsporê Omer Elaldî ku di 23'ê Gulanê de hatibû binçavkirin û dihat darizandin serbest hat berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Amedê ve tê meşandin de, meha borî Alîkarê Serokê Giştî yê Amedsporê Omer Elaldî jî di nav de gelek endamên malbata Elaldî hatibûn binçavkirin.

Piştê îfadeyên dozgerîyê 5 kes serbest hatin berdan, Omer Elaldi û 1 kes bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hatin kirin.

Omer Elaldi û Şahîn Elaldi bi biryara heyeta dadgehê hatibûn girtin û şandibûn girtîgehê. Di encama îtîrazên parêzerên malbata Elaldî de dadgehê biryara serbest berdana Cîgirê Serokê Amedsporê Omer Elaldî û Şahîn Elaldî da

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.