GÜNDEM

BULDAN: EM DARBEYA LI DIJÎ ÎRADEYA GELÊ AMEDÊ QEBÛL NAKIN!

Biryara rakirina parêzbendiya Parlamentera DBP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz wê sibê di Lîjneya Giştî ya Meclîsê de bê xwendin û bê nîqaşkirin.

BULDAN: EM DARBEYA LI DIJÎ ÎRADEYA GELÊ AMEDÊ QEBÛL NAKIN!

Biryara rakirina parêzbendiya Parlamentera DBP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz wê sibê di Lîjneya Giştî ya Meclîsê de bê xwendin û bê nîqaşkirin.

Beriya civînê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan daxuyanî da. Bûldan got, “Dema ku Zaxo tê bombekirin û sivîlên li wir dijîn mîna komkujiya Roboskî tên qetilkirin, Meclîs biryara kombûnê nade. Lê dema mijar dibe wekîlên HDP’ê, Meclîs bi talîmatekê biryar dide ku bicive. Siyasetmedar tên cem hev û di derbarê HDP’ê û siyasetmedarên Kurd de biryarên derqanûnî berdewam dikin. Biryara bê dayin wê bibe derbeyek li siyaseta demokratîk. Em careke din diyar dikin ku em vê derbeya ku li dijî vîna Meclîsê, vîna gelan û gelê Amedê ye qebûl nakin.”  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.