GÜNDEM

BIRYARA HILBIJARTINÊ DI 10Ê ADARÊ DE TÊ DAYÎN

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Lijneya Wezîran a li Kulîyeya Serokomarîyê daxuyanî da.

BIRYARA HILBIJARTINÊ DI 10Ê ADARÊ DE TÊ DAYÎN

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Lijneya Wezîran a li Kulîyeya Serokomarîyê daxuyanî da.

Erdogan dîyar kir ku heta niha di erdhêjê de 46 hezar û 104 kesan jîyana xwe ji dest da ye.

Serokomar Erdogan derbarê salnameya hilbijartinê de jî agahî da û wiha got, “Tenê rojeva me erdhej e, dermankirina birînên erdhejê ye. Em naxwazin ji rojevê paşde bimîne.

Em di wê bawerîyê de ne ku hilbijartina 14’ê Gulanê wê vê derfetê bide me. Em ê di 10'ê Adarê de biryara hilbijartinê bidin û di 11'ê Adarê de jî piştê di Rojnameya Fermî de bê weşandin, em ê pêvajoyê bidin destpêkirin. Piştê wê jî êdî erka YSKyê ye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.