NÛÇEYÊN KURDÎ

BIHAYÊN GENIM Û CEH ÊN TMO’YÊ COTKARAN KÊFXWEŞ KIR

Bihayên genim ên Desteya Genim a Tirkîyeyê (TMO) îsal bersiv da bendewarîyên cotkaran.

BIHAYÊN GENIM Û CEH ÊN TMO’YÊ COTKARAN KÊFXWEŞ KIR

Bihayên genim ên Desteya Genim a Tirkîyeyê (TMO) îsal bersiv da bendewarîyên cotkaran. Serokê Yekîtîya Cotkar û Dexlên Êlihê Halîl Ay, di derbarê kirîna genim a TMO de nirxandinan kir. Ay destnîşan kir ku bihayê kirîna genim û ceh û reqemên teşwîqê, ji alîyê cotkaran ve hat pêşwazîkirin. Ay, bal kişand ku li gor par 3 qatan bihaya genim û ceh zêde bûye û wiha berdewam kir: “Ev reqeman gelek baş in û cotkaran kêfxweş dike. Ji bo genimên hişk û nerm, hezar TL piştgirî hat ragihandin. Di normalê de tonek genim 6 hezar û 500 TL bû, bi piştgirîya hezar TL’yê dibe 7 hezar û 500 TL. Dewlet vê piştgirîyê tene ji bo zadên ku em bidin TMO’yê re dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.