NÛÇEYÊN KURDÎ

BI GELEK ZIMANÊN BÎYANÎ TABELA HENE LÊ BI KURDÎ TUNE

Odeya Tabîban a Amedê (DTO) dîyar kir ku di sazîyên fermî de bi gelek zimanên bîyanî tabela hene lê zimanê Kurdî tineye û bertek nîşanê vê rewşê da û bang li Wezareta Tenduristiyê kir.

BI GELEK ZIMANÊN BÎYANÎ TABELA HENE LÊ BI KURDÎ TUNE

Ji bo welatîyên bîyanî yên ku li Tirkîyeyê dijîn di sazîyên fermî de tabelayên Îngilîzî, Farisî û Erebî tên danîn, li bajarên Kurdan ji bo welatîyên ku tenê bi zimanê xwe yê zikmakî bi Kurdî diaxivin, ti xebatek nayê bikaranîn.

 

Li Amedê di sazîyên tenduristîyê de girîngî ya ji zimanên din re tê dayîn, bû sedema bertekên rêxistinên sivîl û welatîyên li bajêr, ji ber ku heman girîngî ji zimanên Kurdî re nayê dayîn. 

Odeya Tabîban a Amedê li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got; “Pêdivîya bingehîn a Wezareta Tenduristîyê ye ku hemwelatî xizmeta tenduristiyê bi zimanê xwe yê zikmakî werbigirin. Em bang li Wezareta Tenduristîyê dikin ku hesasîyeta xwe ya ji bo zimanên din nîşan dide bila ji zimanê Kurdî re nîşan bide û gavek berê dev ji vê paşguhkirina ya li hemberê gelê Kurd berde.”

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.