NÛÇEYÊN KURDÎ

BES: TÊKOŞÎNA ME HETA DAXWAZÊN ME BI CIH WERIN WÊ BIDOME

Sendîkaya Karkerên Buroyê ya Şaxa Amedê (BES) vê hefteyê çalakîya xwe ya heftane li ber Midûrîyeta Navendî ya Ewlehîya Civakî ya Bağlarê li dar xist. Sekretera jin a BES'ê Guneş Ozel, nivîsa çapemenîyê xwend.

Ozel wiha got, “ji ber ku hemû raya giştî jî dizane Qanûna EYT’ê hat derxistin û ji ber ku qanûn bi biryareke bêplan û hilbijartinê bêyî ku binesazîya pêwîst were amadekirin hate derxistin, xebatkarên SGKyê di bin vê giranîya kar a zêde de dişewitînin û heta nîvê şevê, dawîya hefteyê jî dixebitin.

Bi derxistina Qanûna EYT’ê re nêzî 2 milyon û nîv teqawîtbûyînên nû çêbûn û ev jî karê me xebatkarên SGK’ê qat bi qat zêde kir. Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Bîlgîn, dîyar kir ku dema zêde bûye 100 demjimêr, weke ku mizgînîyê bide me û ev jî 3 mehan hat sînorkirin.

Li vir em bang li wezîr dikin; em çareserîyên mayînde ji we dixwazin, ne çareserîyên cilûbergan. Têkoşîna me heta daxwazên me bi cih werin wê bidome.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.