NÛÇEYÊN KURDÎ

BAŞAK DEMÎRTAŞ: JI BO ŞAREDARÎYA STRENBOLÊ NE NAMZETIM

Başak Demîrtaş ragihand ku ew ê nebe namzetê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê.

BAŞAK DEMÎRTAŞ: JI BO ŞAREDARÎYA STRENBOLÊ NE NAMZETIM

 

Hevjîna Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş Başak Demîrtaş di daxuyanîya xwe ya nivîskî de dîyar kir ku wan vê biryarê bi “lihevkirin û koordînasyoneke tam” ligel DEM Partîyê girtine.

Demîrtaş di daxuyanîya xwe de wiha got, “di vê qonaxê û neserlêdana min a li ser gotina min a namzetîyê de em bi partîya xwe re lihevkirineke hevpar kir.

Namzetên ku Partiya me wê di rojên pêş de ragihîne wê bibin namzetên me hemûyan û em ê bi hemû hêz û xebata xwe ji bo serkeftina Partîya xwe li pişt van hevalên hêja bisekinin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.