NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYA AMEDÊ LI BER EDLÎYEYA AMEDÊ DAXUYANÎ DA ÇAPEMENÎYÊ

Baroya Amedê bi wesîleya 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran li ber Edlîyeya Amedê daxuyanîyek da çapemenîyê.

BAROYA AMEDÊ LI BER EDLÎYEYA  AMEDÊ DAXUYANÎ DA ÇAPEMENÎYÊ

Baroya Amedê bi wesîleya 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran li ber Edlîyeya Amedê daxuyanîyek da çapemenîyê.

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren, di daxuyanîyê de wiha got: "Bi êşa windakirina 121 hevrêyên me û bi deh hezaran welatîyên me di karesata erdhejê de canê xwe ji dest dan û bi kêşeyên hiqûqî û dadgerîyê jî bi hemû giranîya xwe di hawîrdorekê de em roja parêzeran ya îsal pêşwazî dikin. Ji ber ku avahîyên li herêma afetê kontrol kirina wan hatine başguh kirin, di warê tedbîrê de û bi taybetî di mudaxeleyê de tevgera bê qîm, bûye sedem ku êş û jana me zêde bibe.

Em wek baro û parêzeran, di warê hiqûqê de em ê bi awayekî hessas pêvajoyê bişopînin"

Eren dîyar kir ku pîvana bingehîn a rewabûna hilbijartinan ew e ku hemû partîyên sîyasî û namzet di hilbijartinan de xwedî derfetên wekhev bin û dîyar kir ku divê fikarên derbare pevajoya hilbijartinê de ji holê bên rakirin. Eren destnîşan kir ku Baroya Amedê ji bo fikarên li ser vê mijarê ji holê rabin wê di mijara ewlehîya hilbijartinê de berpirsyarîya xwe bi cih bînin.

Parêzer Eren anî ziman ku wan xwestîye di xebatên propagandaya hilbijartinê de axaftinên ku pirsgirêkên civakî yên pirsgirêka Kurd kûrtir dike, xwe jê dûr bikin.

Eren, anî ziman ku ji bo pêşî li helwest û tevgerên neyînî yên li hemberê parêzeran bê girtin, êrîşên fizîkî yên li hemberê parêzeran zêde dibin û ji bo pirsgirêkên din ên parêzeran jî bi lezgînî çareserîyê pêş bixin û axaftina xwe bi pîrozkirina Roja Parêzeran bi dawî kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.