NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYA AMEDÊ BANGÊ JI BO DANIŞÎNA PEYMANA STENBOLÊ KIR

Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, di derbarê danişîna doza betalkirina vekişîna Tirkîyeyê ya ji Peymana Stenbolê ku wê di 28'ê Nîsanê de bê dîtin, civîneke çapemenîyê li dar xist.

BAROYA AMEDÊ BANGÊ JI BO DANIŞÎNA PEYMANA STENBOLÊ KIR

Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, di derbarê danişîna doza betalkirina vekişîna Tirkîyeyê ya ji Peymana Stenbolê ku wê di 28'ê Nîsanê de bê dîtin, civîneke çapemenîyê li dar xist. Di civînê de Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî û bertek nîşanî vekişîna Tirkîyeyê ya ji kongreyê bi biryarnameya Serokomarî yê da. Eren, dîyarkir ku hemû parêzer û rêxistinên jinan li dijî vê biryarê têdikoşin û bi bîr xist ku 200 sazîyan li dijî betalkirina peymanê çalakî pêk anîn. Endama Lijneya Baroyê Hatîce Demîr ji bo betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ya ku wê li 10’emîn Odeya Şûraya Dewletê bê dîtin, banga beşdarîyê li danişîna dozê kir û wiha got: “Jin û mêr li ber qanûnê ne wekhev in. Bi vekişîna ji peymanê re rê li ber edaletê ya jinan hat girtin. Ev biryar tevî sedî 83 ê civakê hat hildan û em vê yekê qebûl nakin. Em bang li wan dikin ku ji bo parastina mafên mirovan ên jinan li Konseya Dewletê bicivin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.