NÛÇEYÊN KURDÎ

“BANKAYÊN LI HERÊMA ERDHÊJÊ LI BIRYARÊN TBBÊ GUHDAR NAKIN”

Serokê Lijneya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, dîyar kir ku bankayên taybet û giştî yên li herêma erdhejê ne, biryara taloqkirina deynên karsazan a Yekîtîya Bankeyên Tirkîyeyê (TBB) bi cih neanîne.

Kaya di daxuyanîya xwe de wiha got; “TBB'ê biryar da ku deynê karsazên ku li herêma erdhejê dijîn û di dayîna wan de zehmetî dikişînin taloq bike. Bankeyên taybet û giştî bi biryara TBB'ê ya ji bo herêma erdhejê girtîye tevnagerin.”

Di berdewamîya axavtina xwe de jî Kaya wiha got, “Tenê li Amedê nêzî 9 hezar kargeh bi awayekî sivik û giran zirar dîtine, lewma nikarin kargehên xwe vekin. Mixabin biryara paşxistina ku ji alîyê Yekîtîya Bankeyan ve hatîye dayîn li bajarê me nayê cîbicîkirin. Em li bendê ne ku di vê mijarê de Sazîya Venêrînê û Rêziknameya Bankeyan (BDDK) û Yekitîya Bankeyan midaxale bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.