NÛÇEYÊN KURDÎ

BÎRDARÎYA “WÎJDANÊ HEVPAR” YA LI AMEDÊ LI HÊVÎYA RESTOREKIRINÊ YE

"Bîradarîya Wijdanê Hevpar" ku li navçeya Sûra Amedê ya dîrokî ye û xera bûye, li benda temîrkirinê ye.

BÎRDARÎYA “WÎJDANÊ HEVPAR” YA LI AMEDÊ LI HÊVÎYA RESTOREKIRINÊ YE

"Bîradarîya Wijdanê Hevpar" ku li navçeya Sûra Amedê ya dîrokî ye û xera bûye, li benda temîrkirinê ye.

Di 12'ê Îlona 2013'an de ji alîyê Meclîsa Kirklarê ve ji bo pêşî li êş û azarên bawerî û nasnameyên cuda yên li Mezopotamyayê bê girtin, hatibû avakirin.

Li ser qismekê dîwarê bîrdarîyê çav û agir hatîye neqişandin, û li alîyê din jî bi zimanên Tirkî, Kurdî, Îngîlîzî, Ermenî, Îbranî û Erebî nivîsa "Me êşên xwe Parve kir ku careke din neqewime" hatîye nivîsandin.

Bîrdarîya ku li nêzê Parka Anzele ye, piştê ku dem gelek dem bi ser re derbas bûye, herfên li ser bîrdarîyê rijîyan û perçeyên li kêlekê jî hilweşîyan e. Digel vê rewşa wê jî, ji bo restorekirina bîrdarîyê tu gav nayên avêtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.