GÜNDEM

ARTÊŞA ÎSRAÎL BI HEVDEMÎ ÊRÎŞÊ LUBNAN Û XEZZEYÊ KIR

Artêşa Îsraîlê bi êrîşên xwe yên asîmanî yên li ser Xazzeyê, bi hevdemê li ser Lubnanê jî êrîş dan dest pê kirin.

ARTÊŞA ÎSRAÎL BI HEVDEMÎ ÊRÎŞÊ LUBNAN Û XEZZEYÊ KIR

Artêşa Îsraîlê bi êrîşên xwe yên asîmanî yên li ser Xazzeyê, bi hevdemê li ser Lubnanê jî êrîş dan dest pê kirin.

Artêşê ragihand ku li Lubnanê 3 û li Xezzeyê jî zêdeyî 10 hedefan xistine. Medyaya Lubnanê nivîsand ku artêşa Îsraîlê navçeyek nêzî kampa penaberên Filistînî yên li er-Reşadîye ku dikeve başûrê Lubnanê, bombebaran kir.  Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku balafirên şer ên Îsraîlê herî kêm 3 mûşek avêtin derdora er-Reşadîye ya bajarê Sûrê. Li gor tespîtên ewil, zîyanên canî çênebûne, hat ragihandin ku pirek û gelek xanî zirar dîtine. Di daxuyanîya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da wiha hat gotin: "Artêşa Îsraîlê niha êrîşî Lubnanê dike. Em ê paşê hûrgilîyan eşkere bikin."  Hêza Aştîyê ya Demkî ya Neteweyên Yekbûyî ku li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê wezîfeyê dike daxuyanî da û cîh da nêrînên rayedarên her du welatan ku "Îsraîl û Lubnanê gotine ew şer naxwazin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.