DÜNYA

AMERÎKA PİŞTGİRİYA XWE Jİ BO ÎSRAÎLÊ RAGİHAND

Di dema ku Îsraîl kabîneya xwe ya şer kom dikir, bi balafirên bêmirov (Îsraîl) êrîşî Îsraîlê kir, Qesra Spî piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê ragihand.

AMERÎKA PİŞTGİRİYA XWE Jİ BO ÎSRAÎLÊ RAGİHAND

 

Di dema ku Îsraîl kabîneya xwe ya şer kom dikir, bi balafirên bêmirov (Îsraîl) êrîşî Îsraîlê kir, Qesra Spî piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê ragihand.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re got ku Îsraîl şiyaneke baş ji bo parastina xwe nîşan daye û peyameke zelal ji dijminên xwe re şand ku ew nikarin ewlehiya Îsraîlê tehdîd bikin.

Di daxuyaniyeke Serokê Amerîkayê de hat gotin:

“Îro Îran û hêzên wê yên çekdar ji Yemen, Sûriye û Îraqê êrişeke hewayî ya neçaverêkirî li baregehên leşkerî yên Îsraîlê pêk anîn.

Ez wê êrişê bi tundî şermezar dikim.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden anî ziman:

“Li ser fermana min, artêşa Amerîkayê firoke û sîstemên îmhakirina mûşekên balîstîk li herêmê bi cih kirin ku piştgiriya berevaniya Îsraîlê bike.

Me alîkariya Îsraîlê kir ku hema hemû mûşek û dronên hatin xistin.”

Serokê Amerîkayê bi rêya telefonê nêzîkî saetekê bi Serokwezîrê Îsraîlê re axivî û piştgiriya xwe ya ji bo ewlehiya Îsraîlê dupat kir.

Biden da zanîn, “Min ji Netanyahu re got, Îsraîlê şiyaneke nedîtî nîşan da ku xwe biparêze, tevî êrişên neçaverêkirî.”

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ew dê bi serkirdeyên G7 re bicive da ku bi bersiveke dîplomatîk a yekgirtî bidin Îranê

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.