AMED WEK “BAJARÊ ŞARASTANÎYAN” HAT QEBÛLKIRIN
Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê ya Amedê (DTSO) serî li Sazîya Patenta Tirk û Markayê da û xwest bajarê Amedê ya ku ji 33 şaristanîyan re mazûvantî kirîye wek “Bajarê Şaristanîyan” bê tomakirin.
Sazîya navborî serlêdanê qebûl kir û bajarê Amedê wek “Bajarê Şarastanîyan” qebûl kir. Serokê Desteya Rêveberîya DTSO’yê Mehmet Kaya derbarê mijarê de wiha got, “Qebûlkirina bajarê me wek ‘Bajarê Şaristanîyan’ destkeftîyek girîng û gavek erênî ye.Em ê wek Odeyê hîn zêde ji bo Amed bê nasîn û bi pêş bikeve bixebitin. Ev qebûlkirina şaristanîya Amedê, li bajar û gelê me pîroz be.”
