NÛÇEYÊN KURDÎ

AMED DI ÎXRACATÊ DE REKOR KIR

Komîsyona Têkilîyên Derve ya Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê ya Amedê (DTSO) reqemên îxracata bajêr yê di çaryeka ewil a sala 2022yan de nirxand.

AMED DI ÎXRACATÊ DE REKOR KIR

Komîsyona Têkilîyên Derve ya Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê ya Amedê (DTSO) reqemên îxracata bajêr yê di çaryeka ewil a sala 2022yan de nirxand. Serokê Komîsyona Têkilîyên Derve ya DTSO'yê Baran Turk, bal kişand ser îxracata Amedê ya sala 2022'an ku li gor r   êjeya Tirkîyeyê di salekê de du qat zêde bûye. Wî dîyarkir ku cihêrengîya sektoran li bajarê Tirkîyê, di rekora îxracetê de cihekî girîng digire. Li gor rapora ku hatiye amadekirin; Iraq di navbera salên 2021-2022an de, di îxracatê de di rêza yekem de ye, îxracata Îranê jî di rêza duyemîn de cih digire. Di raporê de hat gotin ku, bi pêvajoya ji nû ve avakirina Sûrîyeyê, wê bazirganîyê zêdetir bibe. Hat destnîşankirin ku Derîyê Gumrika Nisêbînê ya girtî bandoreke neyînî li bazara Sûrîyeyê kir û di vê çarçoveyê de divê Derîyê Gumrika Nisêbînê bê vekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.