GÜNDEM

ALATTÎN PARLAK: FESTÎVALA SUR KÛLTÛR YOLU BILA BÊ BETALKIRIN

Endamê MKYK'ê ya AKPê yê berê Alattin Parlak, ji ber êrîşên Îsraîlê xwest ku Festîvala Sur Kûltûr Yolu bê betalkirin

ALATTÎN PARLAK: FESTÎVALA SUR KÛLTÛR YOLU BILA BÊ BETALKIRIN

 2yemîn Festîvala Sur Kûltûr Yolu bi hevkarîya Wezareta Çand û Turîzmê û Şaredarîya Bajarê Mezin di navbera 14-22 Cotmeha 2023an de li Amedê tê lidarxistin.

Bernameya festîvalê hate eşkerekirin, li seranserê bajêr afîşên danasînê hatin daliqandin. Her wiha ji bo konsera ku ji alîyê hunermendan ve her êvar li Qada Derê Çîya bê dayîn dest bi amadekarîyan hatîye kirin.

Endamê MKYK'ê ya AKPê yê berê Alattin Parlak ji ber ku di pevçûnên ku di 7ê cotmehê de dîsa di navbera Îsraîl û Filistînê de dest pê kiribûn de bi hezaran kesan jîyana xwe ji dest dan, daxwaz kir ku festîvala Amedê bê betalkirin.

Parlak di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got, "Di dema ku li Filistînê însan tên qetilkirin û wehşet û qetlîamên Îsraîlê dewam dike, divê konser û bernameyên şahîyê yên li Mihrîcana Sur Kûltûr Yolu ya ku wê di 14ê Cotmehê de dest pê bike bên betalkirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.