NÛÇEYÊN KURDÎ

AKŞENER JI ERDOGAN RE GOT: SELIKA LI PIŞTA WE VALA YE

Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, rexne li Serokomar Erdogan girt û got, “Selik li pişta welatîyan e.

AKŞENER JI ERDOGAN RE GOT: SELIKA LI PIŞTA WE VALA YE

Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, rexne li Serokomar Erdogan girt û got, “Selik li pişta welatîyan e.

Pişta we vala ye û çareserkirin jî wezîfeya we ye.” Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, li Fox TVyê beşdarê bernameyekê bû, derbarê mûçeya herî kêm ya ku do hat eşkerekirin de daxuyanî da. Akşener ji bo mûçeya herî kêm a nû bertek nîşan da û wiha got, "Birêz Erdogan mûçeya herî kêm wek 8 hezar û 500 lîre eşkere kir. Sînorê birçîbûnê di meha Çileyê de wê bibe 8 hezar û 700 lîre, ji ber vê yekê mûçeya herî kêm wê dîsa dakeve binê sînorê birçîbûnê. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dema mûçeya herî kêm ya nû dîyar dikir de gotibû “Selik li pişta me ye.” Akşenerê bertek nîşanê vê daxuyanîyê da û got, “Selik li pişta welatîyan e. Selika li pişta we vala ye. Tenê jîyana we ya luks heye. Lê çareserkirina vê pirsgirêkê jî wezîfeya we ye. Ger hûnê nikaribin pêkbînin dev ji erkê berdin û herin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.