NÛÇEYÊN KURDÎ

AFÎŞÊN DEVA’YÊ YÊN LI AMEDÊ HATE RAKIRIN

Posterên ku ji bo serdana Serokê Giştî yê Partîya DEVA Alî Babacan a Amedê hatine daliqandin, ji alîyê kesên nasnameya wan nedîyar ve hatin rakirin.

AFÎŞÊN DEVA’YÊ YÊN LI AMEDÊ HATE RAKIRIN

Posterên ku ji bo serdana Serokê Giştî yê Partîya DEVA Alî Babacan a Amedê hatine daliqandin, ji alîyê kesên nasnameya wan nedîyar ve hatin rakirin.

Ji ber serdana Alî Babacan di rojên borî de li Amedê li ser rêyên cuda afîşên derbarê serdana Alî Babacan hatin daliqandin. Lê belê kesên nasnameya wan nedîyar duh bi şev heman afîşan rakirin.

Namzedê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ya Partîya DEVA’yê Prof. D.r Cenap Ekîncî di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got: “Tirsa Alî Babacan li Amedê dest pê kirîye ku hinek kes dilerizin.

Bi dehan afîşên me yên ku me ji bo serdana Serokê me ya bajarê xwe li hemû rêyan danîbûn, nîvê şevê ji alîyê kesên nasnameya wan nedîyar ve hatin rakirin. Tirs kêrê mirinê nayê. Wê DEVA bê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.