NÛÇEYÊN KURDÎ

6 KESÊN DO DI ŞER DE BIRÎNDAR BÛBÛN KESEK JÊ JÎYANA XWE JI DEST DA

Di şerê çekdarî yê ku do li Amedê pêk hatibû de, ji wan 6 kesên ku birîndar bûbûn yek jê jîyana xwe ji dest da.

6 KESÊN DO DI ŞER DE BIRÎNDAR BÛBÛN KESEK JÊ JÎYANA XWE JI DEST DA

Di şerê çekdarî yê ku do li Amedê pêk hatibû de, ji wan 6 kesên ku birîndar bûbûn yek jê jîyana xwe ji dest da.

Bûyer do di demjimêrên şevê de li kolanê Mahabatê ya taxa Firatê  ya navçeya Kayapinarê li salona restoranekê de pêk hatibû. 

Li gor agahîyan, komek kesên ku tê îdîakirin alkol vexwaribûn bi karmendên restoranê re niqaş kiribûn. Piştre bi hatina çend kesên ji  derve, niqaş veguherîbû êrîşa çekdarî. Di bûyerê de hevjîna xwedîyê kargehê S.E. û karmendek  jî di nav de 2 jê giran bi tevahî 6 kes birîndarbûbûn.

R.O yê 27 salî yê ku giran birîndar bûbû li nexweşxaneya ku lê dihat derman kirin jîyana xwe ji dest da. Hat dîyarkirin ku dermankirina birîndarên din li nexweşxaneyê berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.