NÛÇEYÊN KURDÎ

450 FÎRMA LI OSB YA AMEDÊ JI BO FABRÎQE KARGEHAN CÎH DIXWAZIN

Hat destnîşankirin ku li Amedê 450 Fîrma ji bo fabrîqeyan vebikin ji herêma sîteya pîşesazîyê cîh dixwazin.

450 FÎRMA LI OSB YA AMEDÊ JI BO FABRÎQE KARGEHAN CÎH DIXWAZIN

Hat destnîşankirin ku li Amedê 450 Fîrma ji bo fabrîqeyan vebikin ji herêma sîteya pîşesazîyê cîh dixwazin.

Li Amedê "Ji bo pêşxistina Tekstîlê û Perwerdehîya Karmendan" civîna danasînê hat lidarxistin. Walîyê Amedê Alî Îhsan Sû, di civîna ku hat lidarxistin de axivî û dîyar kir ku tekstîl ji bo bajêr yek ji sektorên herî girîng e û wiha got: “Li herêmên me yên pîşesazîyê 450 fîrma dixwazin fabrîqeyan ava bikin.

Em lêkolînên teknîkî li ser perwerdekirina personelên jêhatî dikin da ku pîşesazîya xwe pêş bixin û di pîşesazîya pêşkeftî de kar û xebatê zêde bikin.

Bi vê projeyê em dest bi perwerdehîya zarokên xwe dikin, hêj wan dest bi sektorê nekirine em li dibistanê perwerdeya wan didin dest pê kirin. Dema ku ew dibistana xwe biqedînin, em ê wan wekê personelên pispor qebûl bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.